Di hilbijartinê Brîtanya Mezin de Torîes û SNP bi ser ketin

Di hilbijartinên li Brîtanya Mezin de Partiya Mûxafazakar (Torîes) a li desthilatdariyê bi ser ket. Surprîza herî mezin jî SNP a ji bo serxwebûna Skoçyayê têdikoşe, kir. SNP'ê ji 59 kursiyên ji bo Skoçyayê 56 qezenç kir.

Di hilbijartinên li Brîtanya Mezin de Partiya Mûxafazakar (Torîes) a li desthilatdariyê bi ser ket. Surprîza herî mezin jî SNP a ji bo serxwebûna Skoçyayê têdikoşe, kir. SNP'ê ji 59 kursiyên ji bo Skoçyayê 56 qezenç kir.

Li gorî encamên ne misoger ên hilbijartinên Brîtanyayê, partiya Serokwezîr Davîd Cameron Partiya Mûxafazakar bû yekemîn û ji 650 kursiyan 325 qezenç kir. Partiya Karker a mûxalefeta bingehîn (Laboûr) jî bû duyemîn û 232 kursî wergirt.

Hevparê biçûk ê desthilatdariyê Demokratên Lîberal jî bi tenê 12 kursî qezenç kirin. 47 herêmên di hilbijartina beriya niha de qezenç kiribû, winda kir.

Her çend Torîes û Demokratên Lîberal bi 326 kursiyan re bi zorê gihaşt asta desthilatdariyê, ji bo hikûmetê ava bikin bûn xwedî hejmara pêwîst.

Di hilbijartinan de pêngava herî mezin jî ji Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) hat. SNP ji 59 herêmên hilbijartinê yên Skoçyayê 56 qezenç kir û li gelemperiya Brîtanya Mezin bû hêza herî mezin a sêyemîn.

Partiya Serxwebûna Qraliyeta Brîtanyayê (UKIP) her çend dengê xwe zêde kir jî bi tenê kursiyek wergirt. Plaîd Cymrû ya di hilbijartinan de ji bo mafên welatê Gallerê têdikoş e 4 kursî, partiya Keskan jî kursiyek bi dest xistin.

19 kursiyên mayî jî ji hin partiyên biçûk û namzetên serbixwe re man.

Di hilbijartinên Brîtanya Mezin ên li 650 herêmên hilbijartinê de 45 mîlyon hilbijêrî dengê xwe bikar anîn.