Li Îsraîlê, piştî hilbijartinên giştî yên beriya 6 hefteyan hatin kirin, hikûmeta nû ya welêt birêve bibe, hat damezrandin. Lîderê Lîkûd Benyamîn Netanyahû bi desteka Mala Yahûdî ya neteweperest re wê hikûmeta nû ava bike.
Di koalîsyona bi serkêşiya Lîkûdê de wê Partiya Mala Yahûdî ya bi lîderiya Wezîrê Aboriyê Naftalî Benett, Partiya Kûlanû (Em hemû) ya rastgir, partiyên rastgir ên tund Yahûdtiya Tora ya Yekbûyî û Şas, di nav de hebin. Hikûmeta koalîsyonê, wê li Meclîsa Îsraîlê (Knesset) a ji 120 kursiyî bibe xwedî 61 kursiyan.
Tê gotin ku bi 61 kursiyan re demeke zehmet a rêvebirinê li pêşiya koalîsyona nû ye.
Ji bo koalîsyonê, ji hevdîtinên di navbera Lîkûd û Partiya Îsraîl Mala Me ya ya bi lîderiya Wezîrê Karên Deve Avîgdor Lîeberman de, encamek derneketibû. Lîeberman roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew ê tevlî koalîsyonê nebin.
Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ji bo hikûmetê ava bike, heta duh nîvê şevê wextê wî hebû.