Hikûmeta Elman di mijara NSA de 'derew kiriye'
Li Elmanyayê, piştî skandala guhdarîrkirin û şopandina li ser navê servîsa veşartî ya Amerîkayê, vê carê jî daxuyaniyên derew ên hikûmetê yên piştî skandala NSA, ketin rojevê.

Piştî Hezîrana 2013'an ku derket holê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) li Elmanyayê karê şopandin û guhdarîkirinê meşandiye, der heqê muzakereyên du alî de daxuyanî hatin dayîn û tê gotin ku ev daxuyaniyên hatine kirin derew in. Li gorî îdîayê, hikûmeta Elman ji bo nerazîbûna gel kêm bike, daxuyaniyên derew weşandiye û bi van daxuyaniyan re nîşan daye ku DYA di xebatên sîxuriyê de paşve gav avêtiye.
Li gorî îdîaya rojnameya Suddeutsche Zeîtûng û televîzyonên NDR û WDR, hikûmeta Amerîkayê ti carî xwe nêzî peymaneke No-Spy a dawî li xebatên sîxuriya bi Elmanya re nîne, nekiriye. Li gorî nûçeyê, hikûmeta Elman di dema ku îdîa dikir li ser peymaneke bi vî rengî muzakere heye de, gelê xwe dixapand.
Îdîayên di nûçeyê de cih girtin xwe dispêre maileke di navbera Şêwirmendekî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel Chrîstoph Heûsgen û ji şêwirmendên Qesra Spî Karen Donfrîed. Li gorî vê yekê, piştî ku derket holê NSA Elmanya jî di nav de li gelek welatan guhdarî kiriye, hikûmeta Amerîka ti tawîz nedaye.
Hikûmeta Elman jî îdîa kiribû ku hikûmeta Amerîka peymaneke No-Spy pêşniyar kiriye û bi vî rengî hewl da pêşî li nerazîbûnên raya giştî bigire.