Hejmara penaberên hewl didin bi derbaskirina Derya Spî xwe bigihînin welatên Ewropayê bi mehên biharê re zêde dibin. 400 penaberên ji Lîbyayê li keştiyê hatin siwarkirin ji aliyê keştiyên hêza deryayê ya Elman ve hatin rizgarkirin.
Îtalyayê diyar kir ku keştiyên Elman ên bi armanca rizgarkirina penaberan ji bo alîkariyê hatine li du herêmên cuda penaber rizgar kirine. Li gor vê keştiya bi navê Hessen li nêzî 50 kîlometre dûrî peravên Lîbya gihişt keştiyeke ku 224 penaber têde ne. Hat diyarkirin ku di nav wan de 30 jin û zarok hene.
Keştiya din a Elman dîsa li 70 kîlometre dûrî peravên Lîbya 194 penaber rizgar kirin.
Hat ragihandin ku penaber li gor peymana di navbera her du welatan de birine navendên pêşwazîkirinê yên li Îtalya.