Parlamenta Luksembûrgê Qirkirina 1915'an qebûl kir
Parlamenta Luksembûrgê Qirkirina gelên Ermenî, Suryanî û Rûmên Pontûs a 1915'an qebûl kir.
Parlamenta Luksembûrgê Qirkirina gelên Ermenî, Suryanî û Rûmên Pontûs a 1915'an qebûl kir.
Di biryara li parlamentê hat qebûlkirin de hat gotin, "Qirkirina salên 1915 û 1916'an a ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hat kirin, ne tenê li hemberî Ermeniyan, li dijî Suryanî û Rûman jî hat kirin."
Pêşniyarnameya ji aliyê endamê Partiya Sosyalîst a Xiristiyanan Laûrent Mosar ve hat pêşkêşkirin, ji aliyê hemû partiyên siyasî yên li Parlamenta Luksembûrgê ve hat qebûlkirin. Mosar di heman demê de serokê desteya nûnerê parlamentê ye.
Di pêşniyarnameyê de hat gotin, "Qirkirina hat serê Ermeniyan, qirkirineke sîstematîk a sedsala 20'an e. Di qirkirinên salên 1915 û 1916'an de bi sed hezaran mirov ji ber nasname û rewşa xwe ya etnîkî hatin qetilkirin. Ev qirkirin ne tenê li hemberî Ermeniyan, li dijî Suryanî û Rûman jî hat kirin."
Di biryarê de hat ragihandin ku hejmara zelal a mirovên di qirkirinê re hatine derbaskirin ne diyar e, lê zêdeyî 1.5 mîlyon mirov hatine qetilkirin.
Mosar got, "Divê Tirkiye vê şaşitiya xwe ya dîrokî qebûl bike. Em vê qirkirinê şermezar dikin ku ev yek bibe mesajek ji bo careke din sûcekî bi vî rengî yê li dijî mirovahiyê neyê kirin."