Di hilbijartinên ji bo Kamaraya Avam a baskê jêr a Parlamentota Brîtanya ya xwedî 650 parlamenterî ye hilbijartina roja Pênçşemê bi serketina Partiya Muhafezekar li desthilatdariyê û Partiya Neteweyî ya Îskoç (SNP) bi encam bû. Ji ber partiya Serokwezîr Davîd Cameron bi ser ket ku dikare bi tena xwe hikûmetê ava bike, referandûma têkildarî endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) û ev referandûm veguhertina firsendê li ber derî ye.
Di hilbijartinan de ku tevlîbûnji sedî 65 bû, ji 650 herêmên hilbijartinê Partiya Muhafezekar a Davîd Cameron serokê wê ye 331 kursî bi dest xist.
Partiya Karkeran bi 232 kursiyan bû duyemîn. Muhafezekaran li gor sala 2010’an 25 kursiyên nû qezenckirin. Partiya karkeran 26 kursî winda kir.
Partiya Neteweyî ya Îskoç (SNP) jî ku berê hejmara kursiyên wê 6 bûn, derxist 56’an.
YE BI TIRSA XWE RE RÛ BI RÛ HAT
Piştî di hilbijartinên Brîtanyayê de Cameron bi ser ket, çavlirê ye bi YE re bikevin nav nîqaş û muzakereyên germ. Li gor sozên Cameran ên beriya hilbijartinan ji bo endamtiya YE wê sala 2017’an referandûmek pêk were.