Serketina Artêşa Sor tê pîrozkirin
Paytexta Rûsya Moskova dema Artêşa Sor a di 2’yemîn Şerê Cîhanê de artêşên welatên faşîst ên Hîtler pêşengiya wan dikir têk bir û bi ketina Berlînê re şer bi dawî bû pîroz dike.
Paytexta Rûsya Moskova dema Artêşa Sor a di 2’yemîn Şerê Cîhanê de artêşên welatên faşîst ên Hîtler pêşengiya wan dikir têk bir û bi ketina Berlînê re şer bi dawî bû pîroz dike.
Paytexta Rûsya Moskova dema Artêşa Sor a di 2’yemîn Şerê Cîhanê de artêşên welatên faşîst ên Hîtler pêşengiya wan dikir têk bir û bi ketina Berlînê re şer bi dawî bû pîroz dike. 70. salvegera serketina Artêşa Sor a Sovyet li Qada Sor bi merasîman tê pîrozkirin.
Serketina Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyet a li hember Naziyan ku Duyemîn Şerê Cîhanê bi dawî kir, li giştî Rûsyayê bi merasîman tê pîrozkirin.
Çavlirê ye nêzî 2,5 mîlyon mirov tevlî merasîmên 70. Salvegera Serketinê bibin.
2 HEZAR 300 GAZÎ TEVLÎ DIBIN
Piştî meşa merasîma zêdetirî 16 hezar leşker, 2 hezar û 300 gazî, 143 balafir û helîkopter û 194 wesayîtên leşkerî, saet 15.00’an bi hezaran kes wê ji bo bîranîna mîlyonan li Cadeya Tverskaya bimeşin. Piştî rêzgirtina saet 18.55’an, wê merasîm saet 22.00’an bi xwepêşandana fîşekên hewayî bi dawî bibe.