Di muzakereyên bi Îranê re rawestgeha nû Viyana ye

Di navbera Îran û 5 endamên daîmî yên YE’yê, DYA, Rûsya, Çîn, Îngîlîstan, Fransa û Elmanya ku koma 5+1 ava kirine de li ser metna lihevkirina heyî, hevdîtinên li New Yorkê destpê kirin wê 12’ê Gulanê de li Viyana ya Awûstûryayê bidomin.

Di navbera Îran û 5 endamên daîmî yên YE’yê, DYA, Rûsya, Çîn, Îngîlîstan, Fransa û Elmanya ku koma 5+1 ava kirine de li ser metna lihevkirina heyî, hevdîtinên li New Yorkê destpê kirin wê 12’ê Gulanê de li Viyana ya paytexta Awûstûryayê bidomin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û muzakerevanên nukleerê yên Îranê wê di 12’ê Gulanê de li Viyanayê bên cem hev.

Dîrektorê Polîtîkaya YE’yê Helga Schmîd û cigirên şefê muzakereya nukleerê ya Îranê Abbas Araghçi û Majîd Takht Ravanci wê beşdarî civînê bibin û piştre wê di 15’ê Gulanê de wê endamên  P5+1 bên cem hev.