Li Girtîgeheke Diyala fîrar: Bi dehan mirî hene
Li bajarê Iraqê Diyala hejmarek girtî piştî pevçûna bi polîsan re ji girtîgehê reviyan. Li gor agahiyan di encama vê pevçûnê de 6 polîs û 30 girtî hatin kuştin û 40 girtî jî reviyane.

Çavkaniyek ji Iraqê ragihand ku hêjmarek ji girtiyan ku nayê zanîn ji ber kîjan sûcî hatine girtin ji girtîgeha parêzgeha Diyala reviyane. Hêzên ewlekariyê ketine nav girtîgehê û êrîş birin ser girtiyan. Girtî di vê navberê de çekên polîsan ji wan distînin û girtîgehê dixin bin kontrola xwe.
Di encama şer û pevçûnên di navbera girtî û hêzên ewlekariyê de 6 polîs û 30 girtî tên kuştin û 40 girtî jî direvin.
Heta niha çarenûsa kesên ji girtîgehê reviyane nayê zanîn û nayê zanîn çûne ku derê. Operasyona ji bo girtina wan girtiyan jî berdewam dike.