Li Fransayê bêkarî zêde dibe

Li Fransayê Partiya Sosyalîst ev 3 sal e desthilatdar e û polîtîkayên hikûmetê li dijî bêkariyê bê çare ye. Hejmara bêkaran herî kêm 26 hezar zêde bûye û rekor şikand. Hikûmet jî bi peymanên kar ên desteka dewletê hewl dide pirsgirêkê çareser bike.

Li Fransayê Partiya Sosyalîst (PS) ev 3 sal e desthilatdar e û polîtîkayên hikûmetê li dijî bêkariyê bê çare ye. Hejmara bêkaran herî kêm 26 hezar zêde bûye û rekor şikand. Hikûmet jî bi peymanên kar ên desteka dewletê hewl dide pirsgirêkê çareser bike. 

Li gorî daneyên ku ji li aliyê Saziya Kar û Peydakirina Kar (Pole Emploî) ve hatiye aşkerakirin, di meha Nîsanê de hejmara kesên bêkar 26 hezar û 200 zêde bûye û gihiştiye 3 mîlyon û 536 hezarî. Bi beşdarkirina bêkarên herêmên li aliyê deryayê jî, ev hejmar bû 3 mîlyon û 795 hezar. Ev li gorî meha Adarê 0,7 û li gorî sala beriya vê jî 5.1 zêde bûye.

Bi beşdarkirina kategoriyên B û C yên di nava bêkarên ku hefteyê 35 saetan dixebitin jî, hejmara bêkaran bi zêdebûna 54 hezarî re gihişt 5 mîlyon 344’î. Bi herêmên deryayî re hejmar bû 5 mîlyon û 645 hezar.

WÊ PEYMANÊN DESTEKKIRINÊ BIBIN ÇARESERÎ

Ji sala 2008’ê heta niha hejmara bêkariyê her tim zêde bûye. Di 2012’an de ku Françoîs Hollande hat hilbijartin, polîtîkayên Partiya Sosyalîst çareserî neanî.

Piştî zêdebûna bêkariyê ji hikûmetê pêşniyara çareseriyê ya lezgîn hat. Wezîrê xebatê Françoîs Rebsamen got wê hejmara peymanên ku prîmAn didin wê zêde bikin. Li gorî vê wê îsal 100 hezar peyman bên îmzekirin.