Daîreya Hewa û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîka (NASA), ji bo di dema pêş de li gerstêrka sor veguhastineke bi ewle were kirin, paraşûta herî mezin a supersonîk amade kir. NASA xwe amade dike ku vê paraşûtê biceribîne.
Hat ragihandin ku paraşûta supersonîk a NASA'yê ya bi kurtasî jê re LDSD tê gotin, 30 metre berfireh e û wê li ser Okyanûsa Mezin bê ceribandin. Bi vê paraşûtê re tê xwestin, ku dema pêgera fezayî ya bi navê Mach 2 xwe li Marsê deyne, leza wê ji leza deng kêmtir bike.
Li gorî dema herêmî wê test saet di 13:30 de were kirin û paraşûta supersonîk wê bi alîkariya baloneke mezin li bilindahiya 37 kîlometreyî ya okyanûsê bê berdan. Ji vê bilindahiyê wê daîreyek were berdan û paraşûta supersonîk jî wê ji vê daîreyê re bibe alîkar ku xwe deyne okyanûsê.
Testa LDSD ji bo li rewşa atmostera Marsê bê, ji bilindahiya bi dehan kîlometreyî tê kirin.
NASA, van paraşûtên supersonîk ku yekemcar di sala 1976'an de ceriband, dixwaze di sala 2030 de ji bo projeya şandina mirovan a ber bi Marsê ve bikar bîne. Bi van paraşûtan re tê xwestin ku pêgerên fezayî yên mezin, bi lezeke kêm dakevin Marsê.