Di ser Tirkiyeyê re hatina YE 5,5 qat zêde bû

Ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, koça penaberan a ber bi welatên Ewropayê ve zêde dibe. Di ser Tirkiyeyê hatine bi qaçaxî jî herî kêm bi 5,5 qatan zêde bû.

Ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, koça penaberan a ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ve zêde dibe. Di ser Tirkiyeyê hatine bi qaçaxî jî herî kêm bi 5,5 qatan zêde bû.

Serokê Ajansa Sînorê Yekîtiya Ewropayê (Frontex) Fabrîce Leggerî da xuyakirin ku ji destpêka vê salê û vir ve, hejmara koçberên bi qaçaxî derbasî nava sînorên YE bûne, 100 hezar derbas kiriye. Par di heman demê de ev hejmar bi tenê 40 hezar bû.

Li gorî daneyên Frontexê, yek ji welatê sereke yê koçber di ser re derbas dibin Tirkiye ye. Rêjeya koçberên di ser Tirkiyeyê re hatin, li gorî par ji sedî 550 zêde bû.

Li gorî vê yekê, hejmara koçberên ji herêmên navîn ên Derya Spî hatin Ewropayê 43 hezar e, yên ji Tirkiyeyê di ser Egeyê re hatine Ewropayê 45 hezar e.

Serokê Frontexê Fabrîce Leggerî da zanîn ku beşeke mezin a koçberên di ser Tirkiyeyê re tên YE, penaberên Sûriyeyî ne anî ziman ku ev kes mafê penaberiyê yê li Ewropayê weke 'garantiyê' dibînin.