Piştî ku Rûsyayê, gera 89 welatî û siyasetmedarên Ewropayê qedexe kir, Parlamenta Ewropayê bersiv da. Li Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Yekîtiya Ewropayê (YE), ketina hundirê Parlamenta Ewropayê hat qedexekirin.
Di daxuyaniya ji aliyê buroya Serokê PE Martîn Schûltz ve hat dayîn de hat ragihandin ku ketina hundirê Parlamenta Ewropayê li Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê YE, hatiye qedexekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 'bersiva hevgirtî' li lîsteya qedexeyê ya Rûsyayê, mafdar e.
Li gorî daxuyaniya PE, tevî Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li YE, her wiha PE li welatiyekî din ê Rûs ê navê wî nehat aşkerakirin jî hatiye qedexekirin.
Di çarçoveya pêkanînên li hemberî Rûsyayê de, li gorî biryar PE xebatên Komîsyona Hevkariya YE-Rûsyayê hatin sekinandin. Her wiha hat ragihandin ku ziyaretên parlamenterên Rûs ên li PE, wê 'yek bi yek' werin lêkolînkirin.