Ji hikûmeta Trablûsê banga seferberiya li dijî DAIŞ'ê
Li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Lîbyayê bi pêş ve diçin, banga seferberiya topyekûn hat kirin.
Li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Lîbyayê bi pêş ve diçin, banga seferberiya topyekûn hat kirin.
Li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Lîbyayê bi pêş ve diçin, banga seferberiya topyekûn hat kirin. Hikûmeta Trablûsê ya ku ji rêxistina bi navê Fecr Lîbya destekê dibîne, li dijî barbariya DAIŞ'ê ya bajarê Sîrteyê dagir kirine ji yekîneyên artêşê û hemû hêzên tevlî şoreşa 2011'an bûne xwest, ku bikevin nava tevgerê.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya hikûmeta Trablûsê ya ji aliyê civata navneteweyî ve nayê naskirin de, ji efser û leşkerên di artêşa Lîbyayê de cih girtine xwest, li hemberî DAIŞ'ê seferber bibin. Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku pêwîste hemû yekîneyên ser bi Wezareta Karên Hundir, hemû yekîneyên ewlekariyê û hêzên tevlî serhildana 2011'an bûne, tevlî vî şerî bibin.
Çeteyên bîat ji DAIŞ'ê re kiribûn, di hefteya bihurî de yek ji bajarên girîng ên welêt Sîrte bidest xistibûn. Li Lîbyayê bi mehan e du hikûmetên ji navendên Trablûs û Tobrûkê hene.
Hikûmeta Trablûsê heta mehên vê dawiyê, hebûna DAIŞ'ê ya li Lîbyayê qebûl nedikir. Rêxistina bi navê Fecr Lîbya ya destekê dide vê hikûmetê, çend hefte berê li hemberî komên ser bi DAIŞ'ê dest bi êrîşeke dijber kiribû.