Li Çînê keştî noqî avê bû: Zêdetirî 400 kes winda ne
Li Çemê Yangtze yê Çînê keştiya 458 kes têde ji ber firtoneyê noqî avê bû.
Li Çemê Yangtze yê Çînê keştiya 458 kes têde ji ber firtoneyê noqî avê bû.
Li Çemê Yangtze yê Çînê keştiya 458 kes têde ji ber firtoneyê noqî avê bû. Hat diyarkirin ku di keştiya noqî avê bûye heta niha 20 kes hatin rizgarkirin, cenazeyê 5 kesan hatine dîtin.
Çapemeniya herêmî diyar kir ku di keştiya noqî avê bûye hin kes asê mane û qîrînên alîkariyê tên bihîstin.
Ji hezarî zêdetir ekîbên rizgarkirinê ku sewqî herêmê hatin kirin, hat diyarkirin bayê dijwar û baran xebatan asteng dike.