Li Kolombiyayê li hev hatin, ku ji bo lêkolînkirina sûcên di şerê navxweyî yê 50 salan de rû dane, komîsyonek bê avakirin. Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan, dema hikûmetê û gerîla peymana aştiyê mor kirin wê dest bi kar bike.
Di navbera Hêzên Çekdarî yên Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) û hikûmeta Kolombiyayê de di 2012’an de li bajarê Havana ya Kubayê hevdîtinan destpê kiribû û di hefteya dawî de tevî pevçûnan ji bo pêşerojê pêngavek din hat avêtin.
Ji aliyê dîplomatê Kubayî Rodolfo Benîtez ve daxuyaniyek hat dayîn û diyar kir ku FARC û dewleta Kolombiyayê li ser komîsyona lêkolînkirina heqîqetan li hev kiriye. Benîz da xuyakirin ku Komîsyon sernavên weke ‘Jiyana bi hev re’ û ‘nedubarekirina sûcan’ wê bigire dest û got piştî lihevkirinê wê komîsyon bikeve jiyanê.
Benîtez bi lêv kir ku ev komîsyon wê sûcên şerê ku ji sala 1964’an de heta niha didome, hatine kirin, derxîne holê.
WÊ KARÊ HIQÛQÎ NEYÊ KIRIN
Lê dema peymana aştiyê bê îmzekirin taybetiya hiqûqî ya komîsyona ku bê avakirin wê tinebe. Li gorî vê têkildarî kesên îfadeyê bidin komîsyonê û kesên sûcdar de wê karê kar û barê hiqûqî neyê kirin.
Her wiha agahiyên ku komîsyon bi dest bixîne jî wê nedin merciyên hiqûqî. Ev agahî di dozên heyî de wê nekaribe wek delîl bê bikaranîn.
Di vî şerê ku 50 sale di navbera dewleta Kolombiya û Farcê de didome de, 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Ji 2012’an heta niha hevdîtinên li Kubayê ji hinek qutbûnan wêdetir berdewam kiriye û di mehên dawî de pevçûn dîsa zêde bûn. Di operasyonên ji aliyê artêşê ve hatin kirin de, fermandarekî gerîla jî di nav de bi dehan gerîlayî jiyana xwe ji dest dabû.