Astengiyên li pêşiya dijberên G7 hatin rakirin

Elmanya xwe amade dike ji Civîna Bilind a G7 a roja Yekşemê re malovaniyê bike. Komên dixwazin civînê protesto bikin jî diherikin herêmê.

Elmanya xwe amade dike ji Civîna Bilind a G7 a roja Yekşemê re malovaniyê bike. Komên dixwazin civînê protesto bikin jî diherikin herêmê. Nakokî û lihevnekirina di navbera komuna Garmîsch-Partenkîchen a civîna bilind lê were lidarxistin û komên antî-kapîtalîst de, çareser bûn.

Li derdora Şatoya Elmaû ya li bajarê Garmîsch-Partenkîrchenê ku wê Civîna Bilind a G7 lê were lidarxistin, ji niha ve bi sedan dijberên civîna bilind civiyane. Qedexeya ku şaredariya bajêr derxistibû pêşiya protestovanan, bi biryara dadgehê re hatibû rakirin.

Hat ragihandin ku di encama hevdîtinên navbera şaredariya bajêr û komên antî-kapîtalîst de, biryara ji bo dorpêçandina herêma konên çalakgeran lê ye, hatiye rakirin. Li gorî vê peymanê wê şaredariya bajêr hin pêwîstiyên teknîkî yên li qada kampa protestovanan, tedarik bike.

Tê payîn ku heta roja Yekşemê bi sedan kon li herêmê bên vedan û bi hezaran kesên dixwazin Civîna Bilind a G7 protesto bikin, biherikin herêmê.

Civîna Bilind a G7 wê li Şatona Elmaû ya bajarê Garmîsch-Partenkîrchen ê eyaleta Bavyera yê di rojên Yekşem û Duşemê de bê lidarxistin.