Li Hîndîstanê mirina ji ber germê dewam dike

Li Hîndîstanê, hejmara kesên di nava du hefteyan de ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar derbas kir. Li gelek bajaran elektrîk qut bûye û nexweşxane jî nikarin bi têrkerî xizmetê bidin.

Li Hîndîstanê, hejmara kesên di nava du hefteyan de ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar derbas kir. Li gelek bajaran elektrîk qut bûye û nexweşxane jî nikarin bi têrkerî xizmetê bidin.

Ji ber germa li rojhilat û bakurê welêt, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan 2 hezar derbas kir. Bi hezaran kes jî ji bo tedawîkirinê rakirine nexweşxaneyan. Li vî welatê ku sîstema tenduristiyê qels e, ji ber nedîtina cih li nexweşxaneyan, fikar hene hejmara miriyan zêde bibe.

Ji ber germa ji 48 pileyî, rêyên asfaltkirî dihelin û li gelek herêman eletkrîk qut dibe. Her wiha ji ber kêmaniya çavkaniyên avê, pirsgirêkeke giran heye.

Bi qasî hatiye tespîtkirin, ji ber germa îsal zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi vê hejmarê re karesata îsal asta karesata sala 1995'an a ku 1.600 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, derbas kiriye. Tê gotin ku bi taybetî qirêjiya hewayê û nema li bajarên Hîndîstanê bandoreke giran li karesatê dikin.

Li Hîndîstanê, hêviya yekane destpêkirina baranên mûsonê ye, ku divê di rojên pêş de bibarin. Lê belê baranên mûsonê dikare rê li ber karesatên lehiyê vekin ku encamên van ji vê karesatê girantir be.