Ji Yewnanîstanê daxwaza taloqkirina deynan

Hikûmeta Yewnanîstanê ya di bin zexta Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Yekîtiya Ewropa de ye, hewl dide dayîna deynên xwe taloq bike.

Hikûmeta Yewnanîstanê ya di bin zexta Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Yekîtiya Ewropa de ye, hewl dide dayîna deynên xwe taloq bike.

Di pêşniyara ji aliyê hikûmeta Yewnanîstane ji IMF re hat pêşkêşkirin de hat xwestin ku çar parên divê hikûmetê di nava vê mehê de bide, di dawiya mehê de bi awayekî giştî bide. Hikûmet bi vî rengî hewl dide pirsgirêka di dayîna deynê ji 1,5 mîlyarî de ji holê rake.

Hat ragihandin ku ev pêşniyara li IMF hatiye kirin di rewşeke asayî de nedihat qebûlkirin, lê belê ji ber pirsgirêkên bi mehan dibe ku bersiveke erênî ji Yewnanîstanê re were dayîn. Diviyabû Yewnanîstanê îro 305 mîlyon, di 12'ê Hezîranê de 343 mîlyon, di 16'ê Hezîranê de 571 mîlyon û di 19'ê Hezîranê de jî 343 mîlyon Euro deynê xwe bida.

Muzakereya di navbera hikûmeta çep a radîkal Syrîza û IMF/Yekîtiya Ewropa de, xetimiye. Serokwezîr Aleksîs Tsîpras di şeva bihurî de bi Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker re bi rêya telefonê li ser alîkariya nû ya malî ya ji bo welatê xwe, axivî bû.

Jûncker dabû xuyakirin ku piştî Tsîpras ew bi Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re axiviye, lê Serokwezîra Elmanyayê bi awayekî neyînî li mijarê nihêrî ye. Merkel di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku 'hewldanên wan ên ji niyeta baş' hene, lê belê 'niyet' têrê nake û zexta xwe dewam kiribû ku divê Yewnanîstan deynê xwe bide.