Rûsya: Balafira Ûkraynayê balafira Malezyayê xist xwarê!

Rayedarên Rûs diyar kirin ku di destê wan de delîl hene ku nîşan didin balafira Malezyayê ji aliyê balafireke şer a Ûkraynayê ve hatiye xistin.

Balafira Malezyayê ya ku par li Ûkraynayê hat xistin, tê gotin ji aliyê yekîneyên Ûkraynayê ve hatiye  xistin. Rayedarên Rûs diyar kirin ku di destê wan de delîl hene ku nîşan didin balafira Malezyayê ji aliyê balafireke şer a Ûkraynayê ve hatiye xistin.

Balafira rêwiyan a bi tîpa Boeîng 777 a Rêyên Hewayî yên Malezyayê, di 17'ê Tîrmeha 2014'an de li ser Bakurê Ûkraynayê hatibû xistin û 298 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ûkrayna û welatên Rojavayî, weke berpirsyarê êrîşê komên Rûs ên alîgirê serxwebûnê û Rûsya nîşan dabûn.

Lê belê di çarçoveya lêpirsîna li Rûsyayê hat meşandin de, hat ragihandin ku ji xistina balafira Malezyayê Ûkrayna berpirsyar e. Meqamên Rûs der barê mijarê de agahî dan û diyar kirin ku li gorî agahiyên ji aliyê mekanîsyenekî Ûkraynayî daye, balafir ji aliyê balafireke şer a Ûkraynayê ya bi tîpa SU-25 ve hatiye xistin.

Li gorî vê yekê, balafira bi tîpa SU-25 a di 17'ê Tîrmehê de bi hewa ketiye, dema vegeriya ye, cebilxaneya di balafirê de vala bûye. Teknîsyenê Ûkraynayî Yevgenî Agapov ê ev agahî da, tê gotin ku li baregeheke hêzên hewayî ya li başûrrojhilatê welêt dixebitî.

Ajansa Biçekkirinê ya Rûs Almaz-Antey roja Sêşemê daxuyaniyek da û da zanîn ku di enacma lêkolînên li ser enqazê balafira Malezyayê de, aşkera bûye ku balafir ji aliyê artêşa Ûkraynayê ve hatiye xistin. 

Li rojhilatê Ûkraynayê, komên bi navê Komarên Donetsk û Lûhansk ên ji bo serxwebûna Rûsan têdikoş in, beşeke girîng a herêmê kontrol dikin. Li herêmê, di şer û pevçûnên di bihara 2014'an de destpê kirin, tê gotin ku heta niha bi qasî 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.