Di operasyona li dijî qaçaxçiyên mirovan de 16 kes hatin binçavkirin

Li Fransayê, ku ji bo çûyîna Brîtanyayê weke transît tê bikaranîn, çeteyeke ji bo koçberan bi belgeyên sexte mafê xebatê werdigirt, hat têkirin.

Li Fransayê, ku ji bo çûyîna Brîtanyayê weke transît tê bikaranîn, çeteyeke ji bo koçberan bi belgeyên sexte mafê xebatê werdigirt, hat têkirin. Endamên çeteyeke din a di nava vagonan de koçberên qaçax dibirin Brîtanyayê, di operasyonan de hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Polîsan a Neteweyî ya Fransayê (DGPN) ji 2 çeteyên bi belgeyên şexte koçberên qaçax derbasî nava welêt dikirin 16 kes hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku çeteyan ji welatiyên Srî Lanka, Cabo Verde û Brezîlyayê re, bi belgeyên sexte derfetên xebatê yên li welêt diafirandin.

Li gorî daxuyaniya polîsan, çeteya ji welatiyên Cabo Verde û Brezîlya re dixebitî, li ser giliyê karmendekî saziya Dîtina Kar û Karkeran, hatiye şopandin. Hat ragihandin ku saziyê fêm kiriye ku belgeyên kesekî ji bo alîkariya bêkariyê serlêdan kiriye sexte ye û piştî vê yekê jî polîsan dest bi şopandinê kirine.

Hat gotin ku çeteya ji bo welatiyên Srî Lankayê belgeyên sexte çêdikir, di ser Emaretên Ereb ên Yekbûyî dixebitî û koçber di ser Fransayê re derbasî Brîtanyayê dikir. Di daxuyaniya DGPN de hat ragihandin ku çeteyê koçberên qaçax li paytext Parîsê li stasyona bi navê Gare du Nord li vagonan siwar dikir û dişand Brîtanyayê.