Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Çînê de li ser Derya Başûrê Çînê alozî heye. DYA li dij derdikeve ku Çîn hebûn û bandora xwe ya li giravên li herêmê zêde dike. Welatên li herêmê jî ji vê rewşê razî nînin.
Li Derya Başûrê Çînê ya li Pasîfîkê, ku li herêmê hebûna leşkerî ya DYA heye, hebûneke cidî ya leşkerî ya Çînê jî balê dikişîne. Tê dîtin ku Çînê bi dehan giravên li vê derê bi rêbaza dagirtinê, berfireh kiriye û hêza leşkerî bicih kiriye.
Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter îdîa kir hebûna leşkerî ya Çînê 'gefeke' û di Konferansa Ewlekariyê ya li Sîngapûrê de hişyarî da. Carter diyar kir ku Çînê hebûna xwe ya li giravên Çînê zêde kiriye û ev yek ji bo DYA cihê 'fikaran' e.
Di daxuyaniya Çînê de jî bal hat kişandin ser hebûna leşkerî ya DYA ya li herêmê û hat destnîşankirin ku beriya niha wan hişyarî dane. Di daxuyaniye berdevkekî hikûmetê de hat gotin, "DYA pîvan û rastiyên dîrokî û hiqûqî li ber çavan nagire."
Ashton Carter bersiv da daxuyaniya Çînê û anî ziman ku ew nafikirin hêza xwe ya hewayî û deryayî ya li Derya Başûrê Çînê vekişînin.
Têkoşîna hêzê ya li Derya Başûrê Çînê, gelek welat anî pêşberî hev. Welatên weke Fîlîpîn, Vîetnam, Malezya, Tayvan û Brûeî, li hemberî Çîn a dixwaze serdestiya xwe ya li herêmê xurt bike, nerazî ne. Tevî kontrola rêyên bazirganiyê yên li herêmê, di heman demê de têkoşîn li ser serdestiya li ser çavkaniyên madenê yên li binê deryayê jî tê dayîn.
Çîn her wiha li Derya Rojhilat jî bi Japonyayê re heman pirsgirêkê dijî.
Japonyayê yekemcar biryar da ku beşdarî tetbîqateke leşkerî ya ji aliyê DYA û Awûstûrlayayê ve tê organîzekirin, bibe.