Îdîayên li ser skandala bertîlê ya li Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FÎFA), roj bi roj zêde dibin. Piştî kûpayên cîhanê yên 2018 û 2022'an niha jî îdîayên bertîlê yên li ser kûpayên 1998 û 2010'an di rojevê de ne.
Tê gotin, ku ji xebatkarên berê yên FÎFA'yê Chûck Blazer di îfadya xwe ya di lêpirsîneke li DYA de, li xwe mukur hatiye ku di dengdayîna li ser kûpa cîhanê ya Fransa û Başûrê Afrîkayê de bertîl girtiye. Blazer di îfadeya xwe ya sala 2013'an de anî ziman ku di dengdayîna li ser kûpayê cîhanê yên salên 1998 û 2010'an de, tevî wî endamên din ên FÎFA'yê jî bertîl wergirtine.
Tê îdîakirin ku tevî Chûck Blazer ê 70 salî, kesên ji bo Kûpa Cîhanê ya 2010'an ji Başûrê Afrîkayê re bê dayîn bertîl wergirtine, endamên Desteya Bicihanînê ya FÎFA'yê ne. Li gorî vê yekê, di dema dengdayîna li ser kûpa cîhanê ya sala 1998'an a li Fransayê jî, gelek karên ne li rê hatine kirin.
Di dengdayîna li ser welatê kûpa cîhanê ya sala 1998'an lidar bixe de, tevî ku Blazer û endamên din ên FÎFA'yê ji wezîfedarên Fasê bertîl girtine jî, Fransayê mafê lidarxistina kûpayê bi dest xistiye.
Sosretiya bertîlê ya çend roj berê rê li ber îstifaya Serokê FÎFA'yê Joseph Blatter vekir, her dewam e. Li gorî nûçeyên di New York Times û ABC News de hatin weşandin, di dema dengdayîna li ser kûpayên cîhanê yên 2018 Rûsya û 2022 Qatarê de, îdîayên li ser wergirtina bertîlê ji aliyê FBI ve tên lêpirsîn. Li gorî îdîayan, Serokê FÎFA'yê Blatter di navenda lêpirsîna bertîlê de cih digire.
Rayedarên Swîsreyî jî di 27'ê Gulanê de, daxwaza dersînorkirina 7 wezîfedarên FÎFA'yê li ber çavan girtibûn û ev ev kes kiribûn binçavan.