Her ku qebîleyên Amazon nêzî ‘cîhana modern’ dibin tine dibin

Li gor lêkolînan, qebîleyên Amazon ên têkiliyên wan bi mirovên ‘cîhana modern’ re zêde dibin bi tinebûnê re rû bi rû dimînin

Li gor lêkolînan, qebîleyên Amazon ên têkiliyên wan bi mirovên ‘cîhana modern’ re zêde dibin bi tinebûnê re rû bi rû dimînin.

Di rêze makaleya di kovara Scîence de, di serî de li Perû û Brezîlya hişyariya gelek qebîleyên Amazon bi tinebûnê re rû bi rû ne hat kirin. Hat diyarkirin ku qebîleyên xwecihî bi taybet ji ber ‘têkiliyên wan ên bi cîhana modern re zêde dibin’ bi tinebûnê re rû bi rû ne û polîtîkayên dewletan têr nakin ku qebîleyê xwecihî biparêzin.

Di rêze makaleya ku antropologên li Amazonan xebatan dimeşînin amade kirine, hat diyarkirin ku bi taybet qebîleyên li daristanên ekvator ên Perûyê yên hejmara nêzî 8 hezaran e bi tehlûkeyeke mezin a tinebûnê re rû bi rû ne.