Li Kanadayê, pêkanîna kontrola biyometrîk a li welatiyên 29 welatan, ku di dema hatina welêt de tevî şopa tiliyan daneyên şexsî tê wergirtin, berfireh dibe. Biryar hat girtin ku ev kontrola biyometrîk li welatiyên 150 welatan bê kirin.
Serokwezîrê Kanadayê Stephan Harper da xuyakirin ku ji ber 'gefa terorê' ya li welatê wan, kontrola biyometrîk wê li welatiyên 150 welatan bê kirin. Kontrola biyometrîk a ku heta niha tevî Afganîstan û Pakîstanê li welatiyên 29 welatan dihat kirin, DYA, Japonya û Yekîtiya Ewropa ne di navê de wê li welatiyên hemû welatên cîhanê bê kirin.
Harper di konferanseke li televîzyonê hat weşandin de peyivî û got, "Nav dikare were guhertin, belgeyên sexte dikarin bên çêkirin. Lê belê şopa tilî nikare bê guhertin û sexteya wê nikare bê çêkirin." Harper anî ziman ku nasnameya rastî ya biyaniyên tên Kanadayê, ji bo wan gelekî girîng e.
Li gorî agahiyên ji aliyê hikûmeta Kanadayê ve hatin dayîn, li vê pêkanîna ku wê pênc salan di meriyetê de be, 312 mîlyon Dolarê Kanadayê wê lê biçe. Kontrola biyometrîk a li welatiyên 150 welatan, piştî guhertina qanûnî wê yekser bikeve meriyetê.