Di 92 salî de maratona ji 42 km beziya

Harrîette Thompson a 92 salî ya li DYA dijî, maratona ji 42 kîlometreyî beziya û rekora yekemîniyê ya par bi dest xist, neda destê kesî.

Harrîette Thompson a 92 salî ya li DYA dijî, maratona ji 42 kîlometreyî beziya û rekora yekemîniyê ya par bi dest xist, neda destê kesî.

Harrîette Thompson a 92 salî ku ji bo destekkirina têkoşîna li dijî kanserê li bajarê San Dîego beziya, 42 kîlometre 195 metre di nava 7 saet 24 deqeyan de beziya. Thompson bi vî rengî rekora kategoriya temenê 90-94 salî ya di sala 2014'an de bi 7 saet 7 deqeyan şikand, ji dest neda.

Rekora beriya ya Thompson ji aliyê Galdys Bûrrîl ê 92 salî yê Maratona Honolûlû ya li Hawaî hatibû şikandin.

Harrîete Thompson a ji bo destekkirina têkoşîna li dijî kanserê tevlî maratonê bû, dê û bavê xwe, hevserê xwe û sê xwişk-birayên xwe ji ber kanserê winda kiribû. Thompson piştî bezê axivî û got, "Zehmet e ku ez mirov bawer bike ku min ev maraton qedandiye. Wextekê ez bi rastî jî betilîm. Kaşek li pêş min hebû û min got qey hildikişim çiyê. Min ji xwe re got, 'ev yek ji bo mirovek di temenê te de, dînîtî' ye."