‘Rîska ketina girtîgehê ya zarokên Aborjîn zêdetire’
Aborîjînên ku aliyê herî xizan û bindest ên Awûstralyayê ne, zarokên wan her diçe zêdetir tevlî sûcan dibin.
Aborîjînên ku aliyê herî xizan û bindest ên Awûstralyayê ne, zarokên wan her diçe zêdetir tevlî sûcan dibin.
Aborîjînên ku aliyê herî xizan ên Awûstralyayê ne, zarokên wan her diçe zêdetir tevlî sûcan dibin. Ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ve raporek têkildarî zarokên Aborjînan de hat amadekirin û hejmara zarokên wan ên dikevin girtîgeha li gorî zarokên gelên herêmî 26 qat zêdetir e.
Di rapora ku aliyê AMensty ve hat amadekirin de hat gotin ku ji sedî 5’ê nifûsa Awûsralyayê Aborjîn in û li girtîgehan ji sedî 59’ê zarokên Aborjînan ên temenê wan di navbera 10-17’an de diguhere, hene. Li gorî raporê li gelek eyaletan di aliyê berhevkirina daneyên têkildarî zarokan de zehmetiyan dikişînin û ev rewş jî pêşî lê digire ku tedbîrên pêwist bên girtin.
Sekreterê Giştî yê Amnesty ê Awûstralyayê Salîl Shetty got di sala 2011’an de hejmara zarokên Aborjîn ên diketin girtîgehan 21 qat zêde bû û di roja me ya îro de 26 qat zêde bûye. Shetty got ji bo zarok dîsa bên qezençkirin, ti tedbîrên pêwîst nayên girtin.
Yek ji komîserê ku ji mafê Aborjînan berpirse, Mîck Gooda got divê demildest li dijî vê tedbîr bê girtin û ferqa mezin a di rêjeyên sûcan de, encama bêdadbûna civakî-aborî, nîjadperestî û mêtingeriyê ye.