Li Awûstûryayê rastgirên radîkal li pêş in
Di hilbijartinên li du eyaletên Awûstûryayê pêk hatin rastgirên navend û partiyên çep bi awayekî cidî paşde ketin, FPO ya dijminê biyaniyan e dengên xwe zêde kirin.
Di hilbijartinên li du eyaletên Awûstûryayê pêk hatin rastgirên navend û partiyên çep bi awayekî cidî paşde ketin, FPO ya dijminê biyaniyan e dengên xwe zêde kirin.
Di hilbijartinên li du eyaletên Awûstûryayê pêk hatin rastgirên navend û partiyên çep bi awayekî cidî paşde ketin, FPO ya dijminê biyaniyan e dengê xwe zêde kirin.
Di hilbijartinên li eyaleta Burgenland Partiya Demokrat a Civakî (SPO), 6,3 pûan winda kir, lê tevî vê jî bi ji sedî 41,9 bû yekemîn. Partiya Gel a Awûstûrya ya Rast a Navend (OVP) ji sedî 5,5 deng winda kir û bi ji sedî 29,1 bû partiya duyemîn.
Partiya Azadiyan a Awûstûrya ya rastgir a radîkal (FPO), bi awayekî cidî pêş ket. FPO 6 puan dengên xwe zêde kir û ji sedî 15 bû partiya sêyemîn. Keskên xwestin di hilbijartinan de dengên xwe zêde bikin ji sedî 6,4 û LBL a karsaz Frank Stronach piştgirî dayê ji sedî 4,8 deng wergirt.
Bi vê encamê re li Parlamentoya Eyaletê ya Burgenland a 36 endamên wê hene SPO 15, OVP 11, FPO 6, Kesk û lîsteya LBL 2 kursî bi dest xistin. Bi vî awayî derfeta ku SPO bi tena xwe li eyaletê bibe desthilatdar bi dawî bû.
RASTGIRÊN RADÎKAL DENGÊN XWE DU QAT ZÊDE KIRIN
Di hilbijartinên li Steiermark jî SPO 9,2 pûan winda kir ji sedî 29 deng wergirt. OVP 8,6 pûan deng winda kir ji sedî 28,6 deng wergirt.
FPO a rasgira radîkal jî ji sedî sed dengên xwe zêde kir. FPO a di hilbijartinên berî wê de ji sedî 10,6 deng wergirt di vê hilbijartinê de ji sedî 26,8 deng wergirt. Kesk li vê eyaletê ji sedî 6,8 deng wergirtin, Partiya Komunîst (KPO) ji sedî 4,2 deng wergirt.
Li eyaleta Steiermark SPO 15, OVP û FPO 14, Keskan 3 û KPO 2 kursî qezenç kirin.