Li gorî agahiyên ku ajansa AFP’ê, kesekî ku ala DAIŞ’ê hildaye, di saetên sibehê de ketiye fabrîqeyê. Di fabrîqeya ku gaza xwezayî dihat hilberandin de, kesê êrîşkar teqemeniyên li ser xwe teqandin. Hat diyarkirin ku gelek kes birîndar bûne.
Di encama lêkolînên ku polîsan kiriye de, hat gotin ku cesedekî ku serê jêbûye li nêzî fabrîqeyê hatiye dîtin.
Piştî bûyerê Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneuve çû cihê bûyerê û niha li derdora fabrîqeyê tedbîrên ewlehiyê hatine girtin.
Li Parîsê 6 meh berê jî li dijî kovara Charlîe Hebdo êrîş pêk hat û herî 17 kes miribûn.