DAIŞ’ê li Swêdê meleyê mizgeftê tehdîd kir

Li bajarê Eskîlstuna ê Swêdê, çeteyên DAIŞ’ê di dema nimêja Înê de çûn mizgeftê û mele tehdîd kirin.

Li bajarê Eskîlstuna ê Swêdê, çeteyên DAIŞ’ê di dema nimêja Înê de çûn mizgeftê û mele tehdîd kir. Li gorî nûçeya Televîzyona Dewletê ya Swêdê û Radyoya Dewletê ya Swêdê, çeteyên DAIŞ’ê mele bi kafirtiyê sûcdar kirine û ji mele xwestine ku ji tiştên ku di hoparlorê de gotiye poşman bibe û tobe bike. Li ser bertekên kesên li mizgeftê, çeteyan tehdîd kirin û ji mizgeftê veqetiyan.

Meleyê mizgeftê Abd al Haqq Kielan,  ji Televîzyona Dewletê ya Swêdê re axivî û got: “Ez li mizgeftê bûm, min ji pacê mêze dikir. Du kes li der dipan. Piştî demekê ketin hundir û meleyekî ku me ji bo roja Înê ji bo waezan bide dawet kiribû, bi kafirtiyê sûcdar kir. Mele li dijî DAIŞ û terorîzmê helwestek wî ya rexnegirî heye.  Gotin mele ne muslumanekî baş e û daxwaz kirin ku ji her kesî lêborînê bixwazin. Piştre me ew ji mizgeftê derxistin.”

MIZGEFT DI HEDEFA DAIŞ’Ê DE NE

Abd al Haqq Kielan, diyar kir ku berê komên îÎlamî hewl dane rêveberiya mizgeftan bigirin dest û got: “Ji bo Îslamek wisa dixwazin li Swêdê navendekê  ava bikin. Serdana wan a duh jî encama vê bû. hêviya min ev e ev bûyer dubare nebin.
Di serê vê meha Nîsanê de hewldanên wan ên ku rêveberiyên mizgeftan bigirin dest hebûn. Kesên mijara gotinê bûn gotin ger rêveberiya mizgeftan bidin wan wê deynê mizgeftan bidin. Lê rêveberiya mizgeftê ev red kir. Piştî vê li dijî mizgeftan kampanyaya reşkirinê dan destpêkirin. Li pişt van koman welatên Kendavê yên dewlemenên petrolê hene.
Ev kom îdîa dikin ku Îslama rast temsîl dikin. Yên wek wan nafikirin, wek Misilman nabînin. Îdîa dikin ku ew xwedî baweriya herî rast in.”

HINEK MIZGEFT JI BO JI DAIŞ’Ê RE ENDAMAN BERHEV BIKIN TÊN BIKARANÎN

Polîsê Ewlehiya Swêdê (Sepo) diyar kir ku di serê vê mehê de li bajarê Eskîlstuna û Orebro li hinek mizgeftan xebatên peydakirina endaman a ji bo DAIŞ’ê hatine meşandin. Li bajarê Eskîlstuna li mizgeftekê kesekî 45 salî bi sûcdariya ji DAIŞ’ê re endaman berhev dikin, hatibû girtin. 

Ciwanên Misiliman ên li van herêman dijîn, diyar kirin ku vî kesî zext li wan kiriye ku beşdarî DAIŞ’ê bibin.