Şaredarê Palermo: Ya li Derya Spî diqewime 'qirkirin' e
Rêwîtiya penaberan a bi rêya bazirganên mirovan li Derya Spî, ku ji destpêka îsal û vir ve nêzî 2 hezar penaber li herêmê jiyana xwe ji dest dan, dewam dike.
Rêwîtiya penaberan a bi rêya bazirganên mirovan li Derya Spî, ku ji destpêka îsal û vir ve nêzî 2 hezar penaber li herêmê jiyana xwe ji dest dan, dewam dike.
Rêwîtiya penaberan a bi rêya bazirganên mirovan li Derya Spî, ku ji destpêka îsal û vir ve nêzî 2 hezar penaber li herêmê jiyana xwe ji dest dan, dewam dike. Ji bajarê Palermo yê Girava Sîcîlya ya Îtalyayê ku zêdeyî nîvê penaberan berê xwe didin vê derê, banga 'derî li penaberan vekin' hat kirin.
Şaredarê Palermo Leolûce Orlando drama penaberan a li Derya Spî weke 'qirkirinê' bi nav kir û got, "Em Ewropî, di nava çend salên pêş de, bi rîska berpirsyariya ji vê qirkirinê re rû bi rû ne."
LI ŞÛNA HATINE BI SERBESTÎ ÇIMA NEÇAR DIMÎNIN DI SER LÎBYA Û DERYA SPÎ RE DERBAS BIBIN?
Orlando anî ziman ku penaberên ji welatên şer lê heye tên, pêwîste bê nîqaş yekser mafê penaberiyê ji wan re bê dayîn û ji bo pêşî li mirina penaberan li Derya Spî were girtin xwest, bi awayekî serbest werin nava Yekîtiğya Ewropayê. Orlando got, "Sûriyeyî ji ber şerê li welatê xwe ji xwe mafê wan ê statuya penaberiyê heye. Li şûna bilêta Stenbol-Parîsê, çima neçar dimînin di ser Lîbya û Derya Spî re derbas bibin?"
Daxuyaniyên Şaredarê Palermo ji aliyê gelek rêxistinên mafên mirovan ve tê destekirin.