Ji bo bankayên Yewnan wê pereyê neqît bê sekinandin
Piştî ku Yewnanîstana di nav krîza aborî de ye şertên Yekîtiya Ewropayê û IMF qebûl nekir hat ragihandin ku wê Bankaya Navend a YE piştgiriya neqît a ji bo rewşa lezgîn rawestîne.
Piştî ku Yewnanîstana di nav krîza aborî de ye şertên Yekîtiya Ewropayê û IMF qebûl nekir hat ragihandin ku wê Bankaya Navend a YE piştgiriya neqît a ji bo rewşa lezgîn rawestîne.
Civîna Bankaya Navend a YE ya rewşa Yewnanîstanê digire dest ku didome, BBC di nûçeya xwe ya spartiye çavkaniyên bankayê diyar kir ku wê bankaya navendî pereyên neqît ê ji ber krîza aborî dida bankayên Yewnan wê rawestîne.
Edîtorê Aboriyê yê BBC Robert Preston ragihand ku wê banka migoger alîkariyan rawestîne û vê biryarê wê danê êvarî aşkera bike.