Li Fransayê bêkarî dîsa zêde bû
Bêkariya li Fransayê her zêde dibe, Rêjeya bêkariyê di meha Gulanê de zêde bû. Bêkarî ji Gulana 2012’an heta niha di 36 mehan de 32 qat, zêde bûye.
Bêkariya li Fransayê her zêde dibe, Rêjeya bêkariyê di meha Gulanê de zêde bû. Bêkarî ji Gulana 2012’an heta niha di 36 mehan de 32 qat, zêde bûye.
Li Fransayê Partiya Sosyalîst (PS) ya ji 2012’an û vir ve desthilatdar e, di polîtîkayên xwe yên ku bêkariyê kêm bike de, encamek erênî nagire. Rêjeya bêkariyê di meha Gulanê de zêde bû. Bêkarî ji Gulana 2012’an heta niha di 36 mehan de 32 qat, zêde bûye.
Li gorî daneyên ku Wezareta Xebatê ya Fransayê di meha Gulanê de daye, hejmara bêkarên di kategoriya A yên bi temamî bêkar in 16 hezar û 200 zêde bûye û gihiştiye 3 mîlyon û 550 hezarî. Yên di hinek karan de dixebitin, yên peymanên wan ên desteka dewletê heye û di şîrketên taşeron de dixebitin jî tê de, hemû kategoriyên din, tevahiya rêjeya bêkariyê 69 hezar zêde bûye û gihiştiye 5 mîlyon 410 hezarî.
Hat gotin ku bêkarî bi taybet bi ciwanên ku di bin temenê 25’î de û kesên di ser 50’yî de zêde bûye.
Wezîrê Xebatê Françoîs Resamen îdia kir ku daneyên meha Gulanê ji ber şaşiyeke ji pergalê diqewime, bi eyarên din re nekare mukaseya wê bêkirin.
Serokkomar Françoîs Hollande yê ji Partiya Sosyalîst e, ji Gulana 2012’an û vir ve li ser desthilatdariyê ye. Ji wê demê heta niha di 36 mehan de rêjeya bêkariyê 32 kat zêde bûye. Rêjeya bêkariyê di meha çileyê îsal de daketibû.
Ji aliyê Serokwezîr Manuel Valls û beriya wî Jean-Marc Ayrault ve bernameyeke bi navê ‘Paketa berpirsyariyê’ ya 30 mîlyar euro destek dida prîmên xebatkaran, xistibûn meriyetê. Lê ji ber mezinbûna aboriya welat îsal ji sedî 1.2 de dimîne, rêjeya bêkartiyê wê tenê îsal bê stabîlîzekirin û tê texmînkirin ku wê di havîna 2016’an de derbasî trenda ketinê bibin.