Li tunela Manşê seferên trenê taloqî îro hatin kirin
Xebatkarên deryayê yên li dijî firotina keştiyên şîrketa ew lê dixebitin derdikevin, li tunela Manşê çalakiya dagirkinê pêk anîn û trafîka rêya hesînî sekinandin.

Xebatkarên Şîrketa MyFerryLînk ku li Tunela Manş a navbera Fransa û Îngîlîstanê de çalakî pêk anîn, di tunelê de lastîkên wesayîtan şewitandin û trafîk asteng kiribûn. Tevî ku çalakî bi mudaxaleya polîsan hat dawîkirin jî, hat gotin ku divê şiba trenê bên kontrolkirin û ji ber vê jî seferên trenê yên bi navê Eurostar îro wê dest pê bikin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Eurostar ve hatine kirin, tê xwestin ku ji ber ewlehiyê rêwî, rêwitiya trenê taloq nekin.
Nêzî 200 xebatkarên şîrketa MyFerryLîng ku li Tunela Manş çalakiyê dikin, li dij şîrketa DSDS Seaways a hevrik derdikevin. Xebatkar dema ketibû tunelê lastîkên bi xwe re anîbûn şewitandin û rastî mudaxaleya bombeya gazê ya polîsan hatibûn.