Greva perwerdekar û pedagogên civakî yên Elmanyayê li ber derî ye
Li Elmanyayê, di muzakereyên ji bo sererastkirina mercên xebatê û zêdekirina heqdestên bi sed hezaran perwerdekar û pedagogên civakî de, çareserî peyda nebû.
Li Elmanyayê, di muzakereyên ji bo sererastkirina mercên xebatê û zêdekirina heqdestên bi sed hezaran perwerdekar û pedagogên civakî de, çareserî peyda nebû.
Li Elmanyayê, di muzakereyên ji bo sererastkirina mercên xebatê û zêdekirina heqdestên bi sed hezaran perwerdekar û pedagogên civakî de, çareserî peyda nebû. Sendîkaya Verdî pêşniyara navbeynkaran red kir. Tê payîn ku di hefteyên pêş de grev ji nû ve bikeve rojevê.
Sendîkaya Verdî, ji bo bi sed hezaran perwerdekar û pedagogên civakî dixwaze mercên xebatên yên li kreşan bên sererastkirin û ji sedî 10 heqdestên wan bên zêdekirin.
Pêşniyara navbeynkaran ên di muzakereyên di navbera sendîka û eyaletan de kirin, ji aliyê sendîkaya Verdî ve hat redkirin. Di pêşniyarê de hatibû xwestin ku ji bo xebatkarên civakî û perwerdekaran ji sedî 2 heta ji sedî 4,5 heqdest bê zêdekirin.
Di çarçoveya pêşniyarê de dihat xwestin ku heqdestê xebatkar û perwerdekarên civakî ji 50 hezar 150 Euro were zêdekirin, heqdestê kadroyên rêveber jî 300 Euro were zêdekirin.
Tê payîn ku muzakere îro jî dewam bikin. Lê belê ji ber ku daxwaz û pêşniyarên tên kirin gelekî dûrî hev in, tê gotin ku encamek jê dernakeve.
Bi redkirina pêşniyarê re, grev ket rojevê. Endamên Sendîkaya Verdî we roja Înê bicive û biryarê bide ku grevê bike yan na.
Heqdestê perwerdekar û xebatkarên civakî yên li kreşan dixebitin, di dereceya yekemîn de brut 2 bin 366, di dereceya 6. de jî brut 3 bin 289 Euro ye.