NSA’yê li Chîrac, Sarkozy û Hollande guhdarî kiriye!
Tê îdia kirin ku îstîxbarata Amerîkayê bi salan, di serî de Serokkomarên Fransayê, li gelek siyasetmedar û rayedarên dewletê guhdarî kiriye.
Tê îdia kirin ku îstîxbarata Amerîkayê bi salan, di serî de Serokkomarên Fransayê, li gelek siyasetmedar û rayedarên dewletê guhdarî kiriye.
Tê îdia kirin ku îstîxbarata Amerîkayê bi salan, di serî de Serokkomarên Fransayê, li gelek siyasetmedar û rayedarên dewletê guhdarî kiriye.
Di nûçeya li malperên Medîapart û Lîberatîon de, tê îdiakirin ku Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) bi salan li Serokkomarên Fransayê guhdarî kiriye. Li gorî nûçeya agahî ji belgeyên Wîkîleaksê hatine girtin, di navbera salên 2006-2012’an de di nava kesên li wan hatine guhdarîkirin de , wezîr, parlamenter, dîplomat û rayedarên payebilind yên Fransayê hene.
Di belgeyên hatine weşandin de di raporên têkildarî NSA’yê de tê gotin ku li axaftina bi telefonê hatiye guhdarîkirin.
Li gorî rojnameya Lîberatîon, di guhdarkirinên ji aliyê NSA’yê ve hatine kirin de beyî ku ev agahî wek agahiyên ‘sirên dewletê bin’, şîroveya ‘NSA eleqeyek taybet nîşanê Fransayê dide’ hat kirin. Rojnameyê di nûçeya xwe de got di belgeyan de ji telefonên ku hatine guhdarkirin, numareyek aydê Nîcolas Sarkozy ku di navbera 2007-2012’an de serokkomarî kiriye, ye.
Her wiha hat gotin ku du numareyên din ên hatine tespîtkirin jî aydê musteşarên Sarkozy, Jean-Pîerre Jouyet û Pîerre Lellouche ye. Di nava wezîrên hatine guhdarkirinê de wezîrê karê hundir Claude Gueant û şêwirmend Jean-Davît Levîtte heye.
Di nûçeyên di Médiapart û Libération de cih girtiye, di navbera 2006-2012’an de li sê serokkomaran hatiye guhdarkirin. Jacques Chirac di navbera 1995-2007, Nicolas Sarkozy di navbera 2007-2012 serokkomarî kiriye û di 2012’an de jî François Hollande hatibû hilbijartin.
Di 2013’an de ji aliyê xebatkarê NSA’yê Edward Snowden ve belge hatibûn weşandin û derketibû holê ku NSA’yê di serî de serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û gelek serokên dewletên Ewropayê guhdar kiriye.