Tsîpras wê planên alîkariyê pêşkêşî referandûmê bike
Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras da xuyakirin ku ew dixwaze planên alîkariyê yên mijara muzakereyên îro yên li Brukselê ne, pêşkêşî referandûmê bike.

Tsîpras ji televîzyona Skaî re peyivî û anî ziman ku ew ê planên alîkariyê yên Eurogroupe pêşkêş kir û hînê muzakere li ser tê kirin, pêşkêşî dengdayîna gelê Yewnan bike.
Heman beriya daxuyaniya Tsîpras, Wezîrê Maliyeyê Yanîs Varûfakîs li Brukselê peyivîbû û anîbû ziman ku ew bi lihevkirineke di civîna bilind a îro ya Eurogroupe de 'berpirsyar' in.
Yewnanîstan divê heta 30'ê Hezîranê 1,6 mîlyar Euro deyn lê ye bide Fona Pere ya Navneteweyî (IMF).
Li gorî pêşniyara dawî ya ji aliyê Eurogroupe, dema vegerandina alîkariyên beriya niha li Yewnanîstanê hatibûkirin bi 5 mehan were dirêjkirin û krediyeke dina ji 15,5 mîlyar Euroyî ji Yewnanîstanê re were dayîn. Fikar hene ku polîtîkayên teserûfê û reformên di berdêla dirêjkirina pakêta alîkariyê de ji Yewnanîstanê tê xwestin, welêt ber bi resesyoneke girantir dehf bide.