Serçeteyekî DAIŞ'ê li Iraqê hat kuştin
Berdevkê Pentagonê Steve Warren da diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya 15’ê Hezîranê ji aliyê Amerîkayê ve li Mûsilê pêk hat serçeteyekî DAIŞ’ê hatiye kuştin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesê hatiye kuştin “Tariq Bin el Tahar el Falih el Avnî el Harzî” ye.
Rayedarên Amerîkî ji ber rolê vî serçeteyê yê di êrîşa 12’ê Îlona 2012’an ya li hember Konsolosxaneya Amerîkayê ya li Bîngaziyê pêre mijûl dibin. Di êrîşa Bîngaziyê de Sefîrê DYA yê Lîbyayê Christopher Stevens û sê kesên din jî pêre hatibûn kuştin.
Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ev kes ji bo DAIŞ’ê êrîşkarên xwekuj peyda dikir. Bi kuştina vî kesî re tê payîn ku ji bakurê Afrîkayê ya tevlîbûna nav a DAIŞ’ê lewaz bibe.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî di lîsteyeke ku di meha Îlonê de weşandibû dabû diyarkirin ku ev serçete yek ji kesên destpêkê tevlî DAIŞ’ê bûye.