Rûsya ku di demên dawî de ji ber krîza Ûkraynayê têkiliya xwe ya bi DYA û welatên NATO'yê re aloz e, ragihand ku wê di 5 salên pêş de ji bo nûjenkirina artêşê bi sedan mîlyarî euro xerc bike.
Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn di merasîma ji bo derçûnên nû yên Akademiya Leşkerî ya Rûsyayê de peyivî û diyar kir ku ji bo nûjenkirina artêşê wê lêçûnên mezin werin kirin. Pûtîn da zanîn ku heta sala 2020'an wê bi hezaran tank, balafirên şer, fuze û bi dehan keştiyên şer bên çêkirin an jî kirîn.
Pûtîn diyar kir ku maliyeta xebatên nûjenkirina artêşê di nava 5 salên pêş de, wê bi qasî 360 mîlyar euro be.
Pûtîn bal kişand ser 'pêwîstiya' razemendiyên leşkerî ji bo welatê wî û desthilatdarî û yekparçetiya Rûsyayê destnîşan kir. Pûtîn got, "artêşeke xurt a ji çekên nûjen, garantiya mezin a desthilatdarî û yekparçetiya xaka Rûsyayê ye."
Pûtîn da zanîn ku armanca êrîşê ya welatê wî nîne û anî ziman ku ji bo çareserkirina şer û pevçûnan ew ê serî li rêbazên siyasî yên 'berjewendiyên neteweyên din jî li ber çavan digirin' bidin.
Ev daxuyaniya duh a Pûtîn, piştî daxuyaniya NATO ya li ser zêdekirina hejmara yekîneyên êrîşa bi lez a ji bo jêvegerandinê ya li hemberî Rûsyayê, hat dayîn.