Krîza Falkland a di navbera Brîtanya û Arjantînê de didome
Di navbera Brîtanyaya Mezin û Arjantînê de pirsgirêka Giravên Falkland ji nû ve mezin bû. Dadgeheke li Arjantînê, xebatên petrol û gazê yên li herêma derdora gravê qedexe kir.

Ji ber Giravên Falkland a li peravên Arjantîn a li Okyanûsa Atlantîk, aloziya di navbera Arjantîn û Brîtanyaya Mezin, wê bi biryara ku ji aliyê Dadgeha Federal a Arjantînê ve hatiye dayîn, gurtir bibe. Arjantîna li Falklandê mafê wan ê serdestiyê heye, bi biryara dadgeha Federal re xebatên lêgerîna gaz û petrolê da sekinandin.
Dadgehê biryar da ku dest bidin ser keştî û platformên ku nêzî 156 mîlyon dolarî ye û aîdî şîrketên ku xebatê dimeşîne. Di biryarê de tê îdîakirin ku şîrketên Brîtanyaya Mezin û DYA’yê li herêmê gaz û petrola îllegal hildiberînin.
Giravên Falkland ên li Okyanûna Başûrê Atlantîke ji sala 1833’an heta niha di navbera du welatan de wek pirsgirêkeke ku nayê çareserkirin, li bendê ye. Arjantînê di 1982’an de maf xwest û li ser vê girav dagir kirin û li ser vê şer hatibû jiyîn. Arjantîn têk çibû û dîsa Brîtanyayê herêm girtibû.
Li Giravên Falkland di 2013’an de referandum pêk hat û di encama referandumê de biryara berdewamkirina statukoya heyî hatibû dayîn. Lê ji ber li herêmê çavkaniyên petrol û gazê hene, nîqaşên serdestiyê naqedin.
Serokê Brîtanyaya Mezin Davîd Cameron îdîa kir ku divê yên li Girava Falkland qedera xwe bi xwe tayîn bikin. Wezîrê Karên Derve yê Arjantînê Jacobo Tîmenman jî destek da welatê YE’yê û daxwaz kiribû ku mafên herêmê bên parastin.