Lêpirsîna li ser êrîşa li Fransayê dewam dike

Li Fransayê lêpirsîna li ser êrîşa li kargeheke gazê ya li bajarê Saînt Qûentîn-Fallavîe dewam dike.

Li Fransayê lêpirsîna li ser êrîşa li kargeheke gazê ya li bajarê Saînt Qûentîn-Fallavîe dewam dike.

Meqamên Fransayê, der barê bûyerê de Yasîm Salhî yê 35 salî, hevser, xwişk û xizmekî wî kirin binçavan.

Hat ragihandin ku êrîşkarê xwestiye navenda depokirina gazê biteqîne, serê patronê 54 salî jê kiriye, li dîwarê kargehê daliqandiye û dûre bi teqemeniyên bi xwe çêkirî re êrîş pêk aniye.

Dozger Francoîs Molîns daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji bo xwe gihandina encama dawî, hinî gelekî zû ye, lewma divê ew baldar bin. Molîns da xuyakirin ku hêzên ewlekariyê yên lêpirsînê dimeşînin hînê hewl didin bûyera li Saînt Qûentîn-Fallavîerê ronî bikin.

Rayedarên Fransayê dan zanîn ku rûdana êrîşa li Saînt Qûentîn-Fallavîer bi hemwextî bi êrîşên li Tûnis û Qûweytê re, têrê nake ku têkiliya van hemû êrîşan a bi hev re nîşan bide û anî ziman ku di vê der barê de delîl nîne.

Li gorî nûçeyên di medya Fransayê de cih girtin, berevajî gumanbarên beriya niha êrîşên terorî kirin, ti qeyda Salhî ya sûc nîne.