Li Yewnanîstanê aborî sekinî

Piştî ku hevdîtinên di mijara deynên derve yên welat ên di navbera Yekîtiya Ewropa, IMF û hikûmeta Yewnanîstanê de bê encam ma, eboriya Yewnanîstanê sekinî.

Li welat îro banka û borsa nehat vekirin û ji bo xwediyên mevduatê jî gelek sînorkirin hatin danîn.

Li Yewnanîstana ku dihat payîn ku ji pereyê hevpar yê YE û YE’yê derkeve, krîza aboriyê êdî berbi îflasa welat diçe. Kredîtor û hikûmeta Syrîza di mijarê desteka fînansî ya Atînayê û deynên derve de li hev nekirin û piştî vê li welat banka heta 6’ê Tîrmehê hatin girtin.

Di nava vê demê de xwediyên mevduatê rojane tenê dikarin 60 Euroyî bikişînin. Ji bilî vê wê destûr ji bo pereyê neqît neyê dayîn. Dîsa di vê demê de li Yewnanîstanê wê borsa û hemû saziyên fînansê jî girtî bin.

Di 5’ê Tîrmehê de wê referandûm pêk bê û pêşeroja welat wê referandûm diyar bike. Eger dengê na ji referandûmê derkeve, hikûmeta Syrîza wê ji pereyê hevpar ê YE û YE’yê xatir bixwaze.

Lîderê Syrîza, Alexîs Tsîpras, birîna maeşên teqawîtan, alîkariyên ji bo teqawîtan tên dayîn û bacên nû red kiribû û  YE bi sûcdariya ku bi rûmeta Yewnanîstanê dilîze, sûcdar kiribû.