Li Nîvgirava Sîna û Qahîreyê nêzî 130 kes mirin

Li Nîvgirava Sîna ya Misirê di şerê roja Çarşemê yê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên dewleta Misirê de 120 kes mirin. Li Qahîreyê jî di serdegirtina polîsan a li dijî rêxistina Biratiya Misilman de jî 9 kes mirin.

Li gorî artêşa Misirê di şer de 17 leşker û 100 endamên DAIŞ’ê mirine. Çapemeniya herêmî diyar kir ku dibe bîlanço girantir be.

Artêşa Misirê da zanîn ku heta terorîstên li herêmê tine bibin wê operasyonên wan dewam bikin. DAIŞ’ê roja Şemiyê li hemberî 15 nuqteyên artêşa Misirê êrîş pêk anî. Di êrîşan de çekên giran û çalakiyên întîxarî pêk hatibû.
Hat gotin ku pevçûnên herî dijwar roja Çarşemê li nêzî Nîvigrava Sînayê pêk hatiye.

LI QAHÎREYÊ LI DIJÎ RÊXISTINA BIRATIYA MISILMAN SERDEGIRTIN: 9 MIRÎ

Li aliyê din heman rojê li Qahîreyê polîsan serdegirtin pêk anîn û di nav de rayedarekî payebilind yê rêxistina Biratiya Misilman 9 aktîvîstên îslamî hatin kuştin.

Li gorî polîsan kesên hedef hatine girtin ji sûcên sabotaj û vandalîzmê lêgerîna wan hebûye. Hat îdiakirin ku dema serdegirtinê de van kesan gule berdane polîsan.