Fosîlê marmaroka 48 mîlyon salî hat dîtin

Fosîlê marmaroka beriya niha bi 48 mîlyon salî jiyaye, hat dîtin. Ev celebê marmarok, ji aliyê bandora guherîna avhewayê li ser zindiyan, tê texmînkirin ku agahiyên girîng bide.

Fosîlê marmaroka beriya niha bi 48 mîlyon salî jiyaye, hat dîtin. Ev celebê marmarok, ji aliyê bandora guherîna avhewayê li ser zindiyan, tê texmînkirin ku agahiyên girîng bide.

Di gotara kovara Plos One de hat ragihandin ku fosîlê marmaroka 48 salî, dibe ku ji bo fêmkirina 'bandora guherîna avhewayê li heywanên li herêmên tropîkal' agahiyên girîng bide.

Li ser pişta cureyê marmaroka bi navê Babîbasîlîscûs Alxî yê li eyaleta Wyomîng a DYA hat dîtin, kretek hat dîtin. Tê texmînkirni ku Babîbasîlîscûs Alxî bi xêra diranên xwe kariye marmarokên din, mar, masî, mêş û hin celebên nebatan bixwe.

Tê gotin ku ev celebê marmarok beriya 48 mîlyon salî li Wyomîngê dijiya û hingî li herêmê avhewaya tropîkal hebû. Marmaroka bi qasî 60 santîmetre dirêj, pêşhateyê cûreyê marmaroka 'jesûs' ku di roja îro de li herêma di navbera Meksîka û Kolombiya de dijî.

Endamê Muzeya Dîrokî û Xwezayê ya Amerîka Jack Conrad der barê lêkolînê de agahî da û diyar kir ku fosîla marmarok dikare der barê germahiya global a bandorê li fon û flora dike, agahiyên girîng bide.