Qatar ku bi rola xwe ya di şerê li Sûriyeyê û binpêkirina mafên mirovan balê dikişîne ser xwe, tê gotin ku pêkane ji Elmanyayê bi dehan tankên din bikire. Qatarê di nava du salên dawî de 100 tank kirîbû.
Yek ji rojnameya namdar a aboriyê ya Elmanyayê Handelsblatt di nûçeyeke xwe de ragihand ku Qatar wê hin tankên din ji Elmanyayê bikire. Li gorî rojnameyê, Qatar ji bo 35 tankên Leopard-2 bikire, hevdîtinan dike.
Di nûçeya rojnameyê ya agahiyên xwe dispêre derdorên li Berlînê yên 'agahdar', ji bo firotina tankan wê serî li şîrketa Kraûss-Maffeî Wegmann serlêdan bê kirin.
Qatar a bi binpêkirina mafên mirovan tê naskirin di sala 2013'an de ji Elmanyayê xwestibû 62 tankên Leopard-2 û 24 bataryayên obusê bikire û hikûmetê ev daxwaz erê kiribû. Partiya Kesk û Partiya Çep li dijî firotina çekan a ji Qatarê derdikevin.