Ji referandûmê 'erê' derkeve wê Tsîpras dest ji wezîfeyê berde
Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîpras da xuyakirin ku eger ji referandûma li ser bernameya aboriyê ya YE û IMF'ê biryara 'erê' derkeve, ew ê dest ji wezîfeyê berde.
Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîpras da xuyakirin ku eger ji referandûma li ser bernameya aboriyê ya YE û IMF'ê biryara 'erê' derkeve, ew ê dest ji wezîfeyê berde.
Tsîpras di weşana zindî ya televîzyona dewletê de ji gel re peyivî û bang li gelê Yewnan kir ku ji şertên Yekîtiya Ewropa (YE) û IMF re bêje 'na'. Tsîpras destnîşan kir ku armanca bingehîn a van şertan, hilweşandina hikûmeta Syrîza ye. Tsîpras da zanîn ku kredîtor naxwazin Yewnanîstan ji nava pereyê hevpar ê YE derkeve, ji ber ku encamên vê wê gelekî giran e û anî ziman ku girîng e gelê Yewnan bi dengekî herî bilind, bernameya aboriyê red bike.
Di mijara "eger ji referandûmê dengê 'erê' derkeve wê çi bikin' de Tsîpras got, "Eger gelê Yewnan bixwaze ev plana tengaviya aboriyê dewam bike, wê demê em ê jî hurmetê nîşanî vê bidin. Lê em ê nebin hêza ku vê planê bi cih tîne."
DEM ÎRO SAET DI 18'AN DE DIEQEDE
Dema dayîna 1.6 mîlyar euro deynê kredîtoran jî, divê Yewnanîstan îro bide. Ev dem jî saet di 18'an de diqete. Encamên nedayîna vî deynî di wexta xwe de ji niha ve li bazarên aboriyê yên navneteweyî tên nîqaşkirin.