Ji bo muzakereyên avhewayê li Parîsê civîn
Amadekariyên konferansa avhewaya mezin a di meha Kanûnê de pêk tê, didomin û nûnerên bi dehan welatan di hefteya pêş de wê bên cem hev.

Civîn wê di bin çavderiya Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, Laurent Fabîus de pêk bê û ji 45 welatan delegasyon wê beşdar bibin. Ji DYA, Çîn, Hîndistan, Brezîlya, Siûdî Erebîstan û Yekîtiya Ewropayê nûner wê beşdar bibin.
Civîna ku wê roja Duşem û Sêşemê berdewam bike, armanc ev e ku nelihevkirinên beriya konferansa avhewayê ya wê di meha Kanûnê de pêk bên, ji holê bên rakirin. Di konferansa di bin çavderiya NY’ê de pêk tê, têkildarî lihevkirina nû ya cihê Protokola Kyoto digire de hîna pirsgirêkên wekê ‘hedefek çawa’ an jî ‘fedakariyên bên kirin di navbera welatên pêşve diçin de wê çawa bên belavkirin’ çareser nekirin.
Ji bo daxistina gazên serayê yên rê li ber germahiya global vedikin, hîna tiştek nehatiye gotin û ji sala 1880’ê heta niha ku yekem pîvanên germahiya okyanûsê hatine kirin, germahî gihiştiye asta herî jor.
Beriya konferansa avhewayê di navbera 31’ê Tebaxê û 4’ê Îlonê de li bajarê Bonn ê Elmanyayê wê muzakereyên fermî pêk bên.
Di civîna avhewayê ya di 2009’an de li NY’ê pêk hatiye, hat armanckirin ku germahiya global li gorî dema beriya sanayiyê 2 derece bê sînorkirin.