Avakirina wargeha penaberan rastî astengiya kulûba futbolê hat
Li bajarê Elmanya Hambûrgê ku penaber bi pirsgirêkên cidî yên stargehê re rû bi rû ye, avakirina wargeheke ji konan a ji bo penaberan li astengiya kubûla Hambûrg SV rast hat.

Li gorî nûçeya li rojnameya Hambûrg Abendblatt, li navenda pêşwazîkirina penaberan a li Schnackenbûrgalle ya li navenda bajêr 1.300 penaber dijîn û li pêşiya wergirtina hejmareke zêdetir a pênaberan, cih pirsgirêk e. Rojnameyê ragihand ku şaredariya bajêr xwestiye qada otoparkê ya li nêzû kulûba futbolê ya Hambûrg SV kirê bike, lê belê kulûb li pêşiya vê bûye asteng.
Li gorî nûçeya Hambûrger Abendlattê, ji bilî navenda pêşwazîkirina penaberna li parkeke cihê 300 wesayîtan hatiye çêkirin, ji bo konên bên vedan pêwîstî bi qadeke parkê ya ji cihê 400 wesayîtan heye.
Rojnamyeê ragihand ku kulûbê pêşî li vedana konan a şaredariyê girtiye û vê yekê rê li ber nerazîbûna rêveberên şaredariyê vekiriye. Hat gotin ku kulûba Hambûrg SV, van parkên mijara gotinê bi tenê di hin rojên salê de bi kar tîne.
Di daxuyaniya ji aliyê Hambûrg SV ve hat dayîn de hat îdîakirin ku ti helwesteke wan a 'redkirina penaberan' nîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo çareseriya pirsgirêka stargeha penaberan ew bi rêveberiya bajarê Hambûrgê re dixebitin û îdîa kir ku pirsgirêk ne mezinahiya qada were dayîn e, pirsgirêk 'kîjan qada bê dayîn' e.
Li Hambûrgê di nava 6 mehên destpêkê yên vê salê de 5 hezar 725 kesan serlêdana penaberiyê kirin. Ev yek hejmara giştî ya sala bihurî ye. Tê zanîn ku li gelek bajarên mezin ên Elmanyayê pirsgirêkên stargehê yên penaberan hene û şaredarî jî ji vê zêdebûna ji nişka ya penaberan re, ne amade bû.