YE li ser parvekirina penaberan dîsa li hev nekir
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di mijara parvekirina penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê de dîsa li hev nekirin. Tê gotin ku bi taybetî Macarîstan û Awûstûrya xwe nadin ber qebûlkirina penaberan.

Di civîna bilind a Wezîrên Karên Hundir ên YE ya li Brukselê de, ji muzakereyên li ser qebûlkirina 40 hezar penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê û 22 hezar penaberên li kampên li derveyî welatên YE de, encameke erênê bi dest neket. Li ser hejmara penaberên ji derveyî YE werin li ser hejmara 22 hezar 504 li hev hat kirin. Di vê biryarê de bandora qebûlkirina Swîsre û Norwêcê heye.
Lê belê transfera 40 hezar penaberên di nava du salan de xwe gihandin Îtalya û Yewnanîstanê de, li hev nehat kirin. Heta niha li ser transferkirina 32 hezar 256 penaberan li hev hatiye kirin. Lê belê ji ber ku Spanya, Portekîz û Bûlgarîstan kêmî bendewariyan hejmareke kêm qebûl dikin, pirsgirêk derket.
Di mijara transfera penaberan de pirsgirêka herî mezin Macarîstan û Awûstûrya derxist. Her du welatan anîna penaberên li kampên li derveyî YE erê kirin, lê belê xwe nedan ber anîna penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê.
Hat ragihandin ku Brîtanya Mezin û Danîmarka jî bi heman rengî di mijara qebûlkirina penaberan de zehmetiyan derdixînin.
Tê payîn ku li ser mijarê biryara dawî di civîna bilind a meha Mijdarê de were dayîn.