Li Îtalyayê ji neo-faşîstan li dijî penaberan çalakî

Li dijî wargehên ku ji bo penaberên li Îtalyayê her diçe hejmara wan zêde dibin, tên amadekirin, ji aliyê şêniyên derdorê ve çalakî pêk hatin û di çalakiyan de pevçûnan rû da. Di bûyeran de gelek komên neofaşîst jî cih girt.

Li dijî wargehên ku ji bo penaberan tên çêkirin, di serî de li Romayê û gelek bajarên din çalakiyên protestoyî pêk hatin. Yên beşdarî çalakiyan bûn, cadeya ku dibistana ji bo penaberan dikin wargeh lê ye, li trafîkê girtin.

Çalakgeran bi kevir û kursiyan êrîşî polîsan kirin. Di bûyeran de polîsek birîndar bû. Her wiha beşdarbûna komên neofaşîst, bal kişandin.

Şeva Pêncşemê li bajaroka Quînto di Trevîso a li bakurê Venedîkê, li dijî avahiyekê êrîş pêk hatibû. Li gorî agahiyên çapemeniya herêmî girtine, komên neo-faşîst ketine avahiya ku ji bo penaberan hatiye amadeirin û hemû alavên di hundir de dane ber agir.

Li Îtalyayê di sala 2012’an de hejmara penaberan bû 13 hezar û di 2014’an de jî bû 170 hezar. Ji serê vê salê ve jî hejmara penaberên hatine Îtalyayê 82 hezar derbas kirine.